Putin berevaniya “Esed” dike û amaje bi dorpêçkirina Idlibê kir

فريق التحرير28 أبريل 2019آخر تحديث :
Serokkomarê Rûsya Vladimir Putin – Arşîv

Horrya Press:

Serokkomarê Rûsyayê Vladimir Putin roja Şemiyê carek din li ser operasyona leşkerî li dijî Idlibê axivî, piştî rojek ji keftina hevdîtinên “Astana” ji bo bigihin çareseriyekê ji bo gera xwe ya 12’ê.

Putin di çarçoveya kongirekî rojnemevanî de li navenda “Hîzam û Tarîq” li pekînê paytexta Çînê ragihand :” Ez durnakim ku operasyonek leşkerî giştî li parêzgeha Idlibê rû bide, lê dem bikêrnayê niha”, û nîşan kir ku :” divê em bi rastî rewşa mirovahî û hebûna welatiyên sivîl li vê deverê bibin”.

Putin amaje kir, ku “tometên li dijî Esed di astengkirina xebata komîteya çakkarî a destûrî çi rastiya wê nîne”, û berdewame kir :” kesek nikare bêje ku Esed ji damezirandina vê komîteyê direvê”.

Herweha Serokkomarê Rûsyayê opozîsyona Sûrî tometbar kir ku ew li dijî damezrandina komîteya destûrî disekine, û sedemên derengîya wê vegerandin ji hebûna “zextên derveyî”.

Ev daxuyanî hat, di gel berdewamiya balafirên dagirkera Rûsyayê ji duhî ve bi êrişên hewayî li ser herêmên “kêmkirina êrîşan” li Idlib û gundên Hamayê, ku di encamê de kuştî û birîndar bi dehan ketin.

Balafirên zordariya Rûsyayê êrîşên xwe zêdekirin li ser deverên rêzgarkirî li Idlib û Hamayê, di dema bi dawîkirina civîna “Astana 12” ya ku li paytexta Kazaxiyê roja Înê hatî lidarxistin, û ya ku negiha çi rêkeftinan li ser “Komîteya Destûrî” hew hiştin ji bo Cinêva bê.

Şanderê Serokê Rûsyayê yê taybet ji bo Sûriyeyê “Alksander Lavrovevê” ji paytexta Kazaxiya ragihand, ku :” êrîşên hewayî li dijî terorîstan li Idlibê berdewamin, û êrîşên hewayî li ser çend cihan li Idlibê tên bikaranîn hew ji bo têkxistina komên Terorîst, û dûvçû li ser operasyonên leşkerî hene”.

Rûsyayê çend caran diyar kir li ser zimanê berpirsên xwe, ku ew derfetê nadin “terorîstan” ku kontrola xwe li ser parêzgeha Idlibê berdewam bikin, û tekez kir ku ewê piştevaniya hêzên Esed û mîlîsên wê bikin ji bo kontrolê li ser erdên Sûrî bikin.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل