Rûsya “Komîteya Destûrî” têkbir…û Astana bi 14 êrîşan li ser Idlibê bi dawî anî

فريق التحرير26 أبريل 2019آخر تحديث :
Balafirên zordariya Rûsyayê 14 êrîşên hewayî li ser Idlibê pêkanîn di heman demê de bi darxistina dora 12 ji hevpeymaniya Astana, roja înê 25ê Tebaxa 2019’ê de – bikarhatî

Yasser Mihemed – horrya Press:

balafirên dagirkirina Rûsiyayê dest bi 14 êrişên hewayî li ser herêmên “deverên kêmkirina êrîşan” li Idlib û gundên Hamayê kir, di heman demê de bi dawiya hevdîtina “Astana12” ya li paytexta Alcazachah hat li darxistin, ya ku têk çû ku bigihe rêkeftinekê li ser “Komîteya destûrî”, yên hew hiştin ji bo Cinêva bê, herweha çi tiştên nû li ser zêdebûna şer û rewşa metirs li Idlibê ne hat gotûbêjkirin.

Nûçegihanê horrya press diyar kir, ku balafirên dagirkirina Rûsiyayê serê sibeha roja Înê 14 êrîşên hewayî li ser gundewarên Idlîb û Hamayê destpêkirin, di encamê de 7 sivîl hatin kuştin tevî çendek din jî birîndarbûn li gundên Şêx Îdrîs û Tel Hawash li bakurê Hamayê.

Di nîşanekê de li ser ne çarekirina nêzîk ji rewşa xirab li Idlibê, nûnerê taybet yê serokê Rûsyayê ji bo Sûriyeyê, Alksender Lavrintev, ji paytexta Kizaxiyê ya ku hevpeymaniyên ( Astana12) têde tên li darxistin got : êrîşên Li dijî “terorîstên” li Idlibê berdewame.

Lavrintev berdewam kir :” ji bo êrîşên hewayî li ser gelek cihan li parêzgeha Idlibê, ew bi tenê tê bikaranîn ji bo armanckirina komên terorîst, herweha operasyonên şer û bicihkirina wan tête kirin”.

Gumanên Lavrintev, duh raporteke Neteweyên Yekbûyî red kir, û got ku 36 welatiyên sivîl li “deverên kêmkirina êrîşan” li bakur-rojavayê Sûriyê hatin kuştin, ji 18’ê Nîsana berdewam, ji ber êrîşên ji aliyê rejîm û milîsên biyanî yên piştevaniya wî dikin.

Di Civîna “Astana 12” de bi berfirehî li ser rewşa Idlibê hate kirin, û daxuyaniya dawî ya civînê ya rêkeftî roja Înê diyar kir, ku kefîlên Astana (Tirkiye, Rûsya û Îran) bixêrhatina pêngavên hatîn kirin ji bo pêkanîna yadaşta 17’ê Îlona 2018’ê (peymana Soçiyê li ser Idlibê), lê Rûsya û Îranê xwestin “heyet Tehrîr El-Şam” bihêlin ji bo yasa dana êrîşkirina Idlibê li her demî.

Di daxuyaniyê de hat:” her yek ji (dewletên kefîl) Rûsya, Îran û Tirkiye biriyara lidarxistina dewra bê ya Astana li Cenevreyê dan, û tekez kirin li ser amadebûna wan ji bo piştgirîya hewldanên nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê, Geir Pedersen, di nav diyaloga bandor bi partiyên sûrî re.

Serokê şanda opozisyona Sûrî ji bo hevdîtinên Astana, Ahmad Tohme, berî daxuyaniya dawiyê dît ku badeka komîteya destûrî ya herî girînge di gera danûstandinan de, û destnîşan kir ku navên li ser lihev ne hatîn, wê demeke nîzîk de lihev werin.

Tohme di hevpeyvîna xwe bi ajansa “Sputnik” ya Rûsî re ,roja Înê, diyar kir :” di baweriya min de ev badek badekeke herî girînge di vê gerê de, du mijarên herî girînge ser Komîteya Destûrî hene, beşa yekem bi warê temamkirina navan ve girêdaye, ji cara borî ve li ser 144 navan li hev hatin, û ne razîbûn hew li ser şeş nava bû, û her şeş nav jî niha li ser wan hev hatine”.

Tohme berdewam kir, ku :” Xala duyem gotûbêjên li ser bigehên şiklî ne, yên girêdayî bi serokatiya Komîsyonê ve, çawa wê bibe cihê biryaran, û çawa wê mijar werin karpêkirin, û sîstemê dengdan û kar li ser, du xalên pêşinyar hene ji bo bigihin biryara dawîyê, yan jî wê li hev bên û sibehî ragihînin (Îro), an jî wê lihevhatinê bikin û paşnavê li cinêvê di heftiyên bê de were ragihandin”.

Tohme amaje ne kir, ku Rûsya berpisyare ber havêtina her şeş navan û israr li ser kirin, ew e ya ku ji çend heftiyan ve di navbera kefîlên de tê gendeşekirin, wek Tirkiyeyê ew nav qebûl nekirin, û wisa xuya dike ku pirsgirêka wan navan ne hatiye çareser kirin ta niha.

Tê zanîn ku niştecîhên herêmên rizgarkirî li bakurê Sûriyê, û çalakvan û siyasetmedarên sûrî, encamên “Astana 12” bi ne razîbûn pêşwazî kirin, bi taybetî jî ji bo dersînûrkirina hemû badekên girîng ji bo gerên bên.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل