Gundê “El-Jaysat” li bakurê Hamayê êşeke berdewame û asoyeke girtiye

فريق التحرير24 أبريل 2019آخر تحديث :
Yek ji malên wêrankirî li gundê El-Jaysat, ya ku tûşî bombebaranên rêjîma Esed bûyî- Lens: Welîd Ebu Hemam – horrya Press ©

Welîd Ebu Hemam – Hama – horrya press:

Gundê “El-Jaysat” dikeve li gundewarê bakurê Hamayê, yek ji gundên “Karnaz” ya rêzgarkirî ji hêzên rêjîma Esed a hovane, ya ku heya niha tûşî bombebaranên rêjîmê dibe, mîna herêmên din yên bakurê Hamayê.

“Husên werdaa” serokê encumena xwcihî li bajarokê “Karnaz” ji bo horrya press ragihand :” gundê El-Jaysat yek ji gundên ku hemiya ji bîrkiriye ji bilî rêjîma Esed, ya ku di nav dem û demê de wê bi aviştokên moşekan bîrtîne, ji aliyê rêxistinên mirovahiyê û hikûmeta demikî ve ew bi temamî hatiye jibîrkirin, ev gundê ku zêdetir ji pêncî malbat têde dijîn kêmasiyên mezin ji aliyê her tiştî ve heye, tevî nebûna xizmetguzariyên ya ku piwîstiya niştecîhan pê heye, bi taybetî jî ew bi temamî hatiye rûxandin û zêdetir ji 50% ji malên wê hatine wêrankirin”.

“Werdaa”: herweha berdewam kir :”wekî encumena xwecihî û bi şiyanên baş me karî em hinek xizmetan ji bo xelkên gund pêşkêş bikin, lê xizmet hew rêxistinîbûn, ji ber nebûna diravan ji encumenê re, tevî ku me bangewazî li rêxistinan kir, ku derbasî gund bibin û alîkariya xelkê wê bikin lê heya niha çi aliyekî xwe ne daye li ber vî barî û çi tişt pêşkêş ne kirine”.

“Salih El-Newaf,” yek ji nişteciyên gund e, diyar kir ku :”rewşa giştî ya gund di bin zero de ye, em di rewşekî xirab de dijîn, ji aliyekî ve topbaranên sikirin rêjîma Esed ya ku bi tenê çar kîlomireyan dûrî gunde na raweste, û ji aliyekî din ve

Niştecîhên gund nikarin def ji mal û erdên xwe berdin, ji ber ew nikarin mesrefên nû û zehmetiya jiyan kampan rabigrin”.

Herweha berdewam kir: “piwîstiyên jiyanê li gund bi temamî Wenda ne, ji bo bidestxistina avê divê tu li hêvîya tanka avê li nêzîkî gund bimînî, herweha navendek ji bo dabeşkirina nan nîne, ji ber vê tiştê divê niştecîhên gund rêkî dûr biçin da bikarin nan dabînbikin, û xizmetên tenduristî jî nînin ji ber vê yekê her nexweşîyek yan jî birînek hebe dibe metirsiyeke li ser wî kesî, ji ber ku ew kes divê rêyekî dirêj de biçe da bigihe xalekî tenduristî heger li KafrZita yan jî Alhbit be, tevî metirsiyên rê di dema topbaranan de. “

Û li ser aliyê perwerdeyê El-Newaf nîşan kir, ku dibistana yekane ya li gund hatiye rûxandin û bikêr bikaranînê nayê, û amaje kir ku dûrbûna dibistanên li derdora gund dibe egerek ku xelk zarokên xwe ne şînin ji bo xwendinê.

Tê zanîn ku ev gund “El-jisiyat” yek ji gelek gundên li bakurê Hamayê ye, ya ku hîn gelê wê tuşî topbaranên hovane yên ji aliyê hêzên rêjîma Esed ve, û digel bê puyîtepîkirina rêxistinên hewarhatinê tevî bangewaziyên encumena xwecihî û gelê gund ji bo alîkariya wan bikin ji bo bimînin li ser erdên xwe.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل