Kûştî di pevçûnên di navbera milîsên Iran û Rûsiya li Helebê

فريق التحرير21 أبريل 2019آخر تحديث :
Hêmanên milîsên Iran û hêzên Esed alayên Iran û Rûsiya û rêjîmê hildigrin- Arşîv

Horrya press:

Pevçûnên dijwar berdewamin di navbera polîsên Rûsî û milîsên Şi’aaya olegêrî yên ku Iran piştgirîya wan dike, li taxa “El-Xalidiya” li rojavayê parêzgeha Helebê.

Pevçûn beriya du rojan destpêkiribû û hişta berdewame, ji bo vê çendê di nav herdu aliyan de birîndar ketin.

Efser ”Abdul Salam Razak” yê ku ji rêveberiya şerê kîmyewî di nav refên hêzên rêjîma Esed xwe hilkêşandî, ji bo horrya press ragihand, ku ” bi dehan kuştî û birîndar di nav herdu aliyan de hene, bê ku serjimareke rast hebe ji bo veşartina mezin ji rexê herdu aliyan ve”.

Herweha berdewam kir, ku “pevçûn di navbera milîsên piştgirîya xwe ji Iran û Rûsiyayê werdigrin li taxa “El-xalidiya” ya ku gihiştiye taxên din ji Helebê, ew jî derdora bajêrin û firokxaneya medenî û hawîrdora college hewayî berdewame, herweha polîsan Rûsiyayê bi şêweyekî rasterast wek yekem car di şer de beşdar bûn”.

“Ebdil Rezaq” aşkarekir ku çekdarên Îranê yên ku beşdarbûyên di pevçûnan de, ewin ” Şoreşger, Lîwaa El-Baqir û hêzên şaxên ewlekariyên rêjîma Esed”, û nîşan kir ku milîşan kontrol li ser piraniya deverên leşkerî li Helebê kirin, piştî pevçûnên dijwar bi polîsên Rûsî re.

Efserî diyar kir, ku ” Heleb baregeheke leşkerî Îranî ye û navenda operasyona hêzên Îranê ya ku ji aliyê milîsên supaya şoreşgerên Iranê ve tê bi rêvebirin, û pevçûn li hemû deverên Helebê tên dengkirin, tevî bihîstina teqînên giran tekez dike ku çekên Hawinê û moşekên giran û aviştokên dijî moşekan ji rexê her du aliyan ve tê bikaranîn”.

Li gor çavkaniyeke herêmî, taxa El-xidiya tevgereke mezin ji koçberbûna malbatan berf taxa “Al Furqan” û “Heleba nû” dibîne, ji bo pevçûnên giran yên ji du Rojan ve li taxê berdewame.

Şeş kesên sivîl, di nav wan de zarok hatin kuştin, roja yekşema borî, li taxa “Cadeya Nîl” li derdora bajarê Helebê, ji ber ketina aviştokeke giran li ser taxê jêdera wê pevçûnên dijwar di navbera milîsên Iran û Rûsiyayê de.

Ajansa rêjîma Esed “SANA” ji gotina jêderekî leşkerî veguhast, di komênta wî li ser pevçûnan, ku ” Fermandariya Giştî ya artêş û hêzên çekdarî bi tevahî agahiyên ku di malper û rojnameyan de hatîn red dikin, û tekez dikin ku ev nûçe rastiya wê nîne”.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل