Gelê Hums û Idlibê komkujiya “Xwepêşandana El-Sa3a” bîrtînin

فريق التحرير19 أبريل 2019آخر تحديث :

Alaa Fattrawi – Idlib – horrya Press:

Koçberên bajarê Hums û gelê Idlibê ,îro Înê, Xwepêşandan li bajarê Idlibê lidarxistin ji bo bîranîna ”Komkujiya El-Sa3a” li Humsê, ya ku di hîjdehê meha Nîsan 2011’ê de ketibû, û di encamê de bi dehan ji welatiyan jiyana xwe ji dest dan bi guleyên rêjîma Esed.

“Abu Mohammed” yek ji koçberên Humsê yên li bajarê Idlibê dijîn, ji bo horrya press ragihand, “me îro komkujiya El-Sa3a ya Humsê li bajarê Idlibê lidarxist, ew komkujiya ji sinorê mirovahiyê derbasbûyî ya ku di encamê de bi dehan ji xwenîşanderan jiyana xwe ji dest dan bi guleyên rêjîma Esed, piştî ku xwenîşanderan red kirin ku ji qada El-Sa3a derkevin”.

Wî destnîşan kir, ku “ew roj tu carî neyê jibîrkirin, em bi hejmareke mezin derketin, û qada El-Sa3a bi xwenîşanderan tijî bû yên ku dengek bi dengê xwe digotin, gel dixwaz rêjîm bikeve, lê hêzên wî ew dorpêçkirin û gule li ser wan reşandin ji hemû aliyan ve”.

Xwenîşanderan silogan hilgirtin û têda daxwaza cezakirina rêjîma Esed li ser kiryarên wî derheqê gelê Sûriyeyê de li hemû deveran kirin.

Xwepêşanderan daxwaza cezakirina rêjîma Esed li ser tawanên wî li piraniya deverên Sûriyeyê kirin- lens: Alaa fattrawi- horrya press©
Ciwanên koçber ji Humsê filklorê Humsê pêşkêş dikin di bîranîna komkujiya El-Sa3a li Idlibê- lens: Alaa fattrawi- horrya press©
Koçberên bajarê Humsê û gelê Idlibê xwepêşandanê dikin ji bo komkujiya El-Sa3a li Humsê bîrbînin -lens: Alaa fattrawi- horrya press©
Yek ji koçberên Humsê li ser milan hilgirtine di xwepênandana bîranîna komkujiya El-sa3a- lens: Alaa fattrawi- horrya press©
Koçberên bajarê Humsê û gelê Idlibê xwepêşandanê dikin ji bo komkujiya El-Sa3a li Humsê bîrbînin -lens: Alaa fattrawi- horrya press©
Zarokeke koçber ji Humsê cilûbergê kiltorî Xwe dike -lens: Alaa fattrawi- horrya press©
Ciwanên koçber ji Humsê filklorê Humsê pêşkêş dikin di bîranîna komkujiya El-Sa3a li Idlibê- lens: Alaa fattrawi- horrya press©
التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل