Desteyên Sivîl: Campa Al-Rikban devereke “Pirsgirêke”

فريق التحرير18 أبريل 2019آخر تحديث :
Desteyên sivîl ragihandin ku kampa Al-Rikban devereke Pirsgirêke ji ber dorpêçkirina berdewam li ser – Sky News

Horrya Press:

Rêveberiya Sivîl li Al-Rikban li başûrê Sûriyê ragehand, roja Pêncşemê, ku kamp devereke “pirsgirêke” bi sedema dorpêçkirina zêde li ser ji aliyê hêzên Esed û Rûsya û Îran ve, bi çaverêbûna li darxistina civînekî navnetewî sê alî ji bo çareserkirina krîza kampê de.

Desteya têkilîyên giştî û siyasî di daxuyaniyeke hevbeş de bi encumena herêmî re li kampa Al-Rikban, bi rêya tora civakî Facebook hat weşandin, ” Em ​​kampa Al-Rikban wekî devereke pirsgirêk radighînên ji ber dorpêça li ser hatî danîn ji aliyê hêzên Esed û mîlîsên Îranê û hêzên Rusiyayê ve, zêdetir ji du mehan ve”.

Daxuyaniyê herweha diyar kir, ku ew hêz kampê dorpêçdikin û rê li ber kelûpelên xwarinê û derman û şîrê zarokan digire, ji bo zextê li gelê kampê bikin û zorê li wan bikin ji bo vegerin herêmên di bin kontrola hêzên Esed de.

Herweha desteyên sivîl di daxuyaniyê de nîşan dan, ku zexta li ser kampê bo encama derketina zêdetir ji 35% ji niştecîhan beref herêmên rêjîmê, diyar kir jî ku metirsî li ser jiyana 65% ji neştecîhên ku zextê û vegerandina ji bo deverên hêzên Esed red dikin heye.

Daxuyaniyê daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî û dostên gelê Sûriyê kir, ji bo fiçarê bikin ji bo anîna kerwaneke kelûpelên alîkarîyê, bi taybetî şîrê zarokan û derman, herweha ji bo çareserîyekî baş ji bo kesên ku vegerandina ji bo deverên bin hembêza rejîma Esed de red kikin bibînin.

Beriya demekî El-Safedî gotibû, ku ” kampa Al-Rikban dozeyeke Sûrî û Netewîye û niştecîhên wê Sûrîne ”, destnîşan kir bû, ku ” çareseriya radîkal ji Pirsgirêka Al-Rikban re vegerandina penaberan ji bo malên xwe”.

Ev tê di çarçoveya fiçarên Rûsiyayê û dorpêçkirina kampa Al-Rikban, ji bo zextê li ser xelkên wê bikin da derkevin û berf deverên rêjîma Esed ve biçin, wek hilbijartineke yekane piştî ku rejîmê nexwestî ku koçber berf bakurê Sûriyeyê biçin, û daxwaza vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê, bi taybetî Tanf kir.

Niştecîhên kampê di rewşekî mirovahîyê dijwar de dijîn, bi sedema kêmbûneke giran di kelûpelên xwarinê de, û xizmetên tenduristî yên sereke nînin, herweha li kampê ava paqij ji bo vaxwarnê nîne û bingehên niştecîbûnê kêmin, û ji demeke dirêj ve Heyva Sor hewl dide ku alîkariyên însanî bighîne kampê.

Rûsya hewl dide ji bo jihevxistina kampê bi rêya zextê li ser hezaran sivîlên ku têda dijîn, ji bo qeydekirina “Çareseriyê” û vegerandina ji bo herêmên xwe yên ku jê koçberbûyên, bi rêya nehêlana hatina alîkariyên însanî û otombîlên xwarina ku pêşkêşî herêmê dike.

Çalakvan diyar kiribûn, ku hêzên Esed berî çend rojan du ciwanên ji kampa “Al-Rikban” vegera bûn, di yek ji dibistanên parêzgeha Humsê ya ku rêjîma Esed kesên vegerayî têda vedşêre di çarçoveya pêvejoya Çareseriyê ya ku Rûsiya piştgirîyê dike kuştin, herweha 25 ciwanên din jî binçavkirin û berf devereke ne diyar birin.

Tê zanîn ku Urdunê gelek caran pêşwazîkirina penaberên ku ji kamp “Rkban” berf welatê xwe red kir, û piştevanîya çareseriya Rûsyayê kir, ya ku dixebe ji bo jihevxistina kampê û vegerandina niştecîhên wê ji bo herêmên di bin kontrola rejîma Esed de.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل