Kuştin û birîndarbûna sivîlan bi êrişên hêzên Esed li ser Idlibê

فريق التحرير18 أبريل 2019آخر تحديث :
Bandora teqînên ku xaniyên sîvîlan armanckirî bi sedan ji çekên mûşek û roketan li bajarokê Altmanah, Başûrê Idlibê-lens: Henîn El-Sayed- horrya press.

Idlib – horrya press:

Du kesên sivîl, yek ji wan jin bû, û çend kesên din jî birîndarbûn , roja çarşembê, di çarçoveya êrîşên moşek û roketên berdewam ji aliyê hêzên Esed û mîlîsên piştgiriyê wê, li ser bajarokên gundewarê gundên başûr û rojhilatê Idlibê.

Li gorî nûçegihanê horrya press, hêzên Esed bi dehan moşek û roketên giran gundê Abû Haba li gundewarê başûrê Idlibê armanckir, ku di encamê de du sivîl hatin kuştin yek ji wan jin bû, herweha pênc sivîlên din jî birîndar bûn.

Tîmên parastina sivîl Hewil dan ji bo qurtalkirin û veguhastina termên herdu kuştiyan û herweha birina birîndaran ji bo navendên tenduristî yên nêzîkî herêmê ji bo dermankirina piwîst.

Ji aliyekî din ve, xelkê bajarê Latamna li gundewarê parêzgeha bakurê Hamayê ,roja çarşemê, termê du kesên ciwan dîtin, tevî birîndarbûna kesê sêyem, û çi agahiyên zêdetir li ser bûyerê ne hatin.

Herweha hêzên rejîma Esed, gundên Shahranaz û El-Sihriya û Karakat û Deir Snbel li çiyayê Şehşebo û Hawiz li deşta El-Xab li gundewarê parêzgeha rojavayê Hamayê topbarankir, di encamê de zarokek birîndar bû.

herêmên ku hêzên Esed wan armanc dike dikevin di nav devera “çek jêbirî” ya ku ji aliyê hêzên Esed û Rûsyayê û Tirkiyeyê, sala borî de di meha îlonê / September ve rêkeftin li ser hatibû kirin, lê hêzên Esed û hevbendiya wê Rûsiya rêkeftin bi cî ne anîn, û êrîşên berdewam li seranserî du mehên dawî de bo egera kuştin û birîndarbûna sedan ji sivîlan, ji bilî wêrankirina hijmarek mezin ji avahîyên xizmetguzariyan.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل