“Altmanah” ji ber bombebaranên Esed bûye bajarekî bê niştecîh

فريق التحرير16 أبريل 2019آخر تحديث :
Bandora teqînên ku xaniyên sîvîlan armanckirî bi sedan ji çekên aviştok û moşekan li bajêrê Altmanah li Başûrê Idlibê- Henîn Al-Sayed- Idlib – horrya Press:

Henîn Al-Sayed- Idlib – horrya Press:

Hêzên Esed û milîsên piştgiriya wê dikin ,îro duşemê, oparasyonên xwe li ser bajarê Altmanah li başûrê Idlibê zêdekir, ku bi dehan topên aviştok û roketan ji leşkergeha li herêmên “qebîyat Abu Huda” û “Abu Omar” û “Abu Dali” li Basûrê gundewarê Idliba rojhilat, di encamê de gelek ziyan jî hebûn.

“Mihemed Salih,” yek ji gelê bajarokê “Altmanah”, ji bo “horrya press” dîyar kir, ku “bajar bi rêjeya 95% ji sedî hatiye rûxandin; ku topbaran malên sivîlan û dezgehên perwerdeyê û avahiyên din ên ku bi roket û aviştokan bi hejmareke mezin ket armanckir, û gihişt 200 aviştokan di rojekî de caran”.

“Salih” tekezî li ser ketina zêdetir ji 70 roket û aviştokek îro li ser bajêrê ku kolanên wê vala bûne ji gelê wê kir, piştî topbarankirina dijwar û berdewam li ser bajar ji çend mehan ve.

Oprasiyona leşkerî yên ku hêzên Esed û milîsên pişgiriya wê dikin berdewamin bi dijatîya xwe li ser bajar û bajarokên rêzgarkirî li Idlib û Hama û helebê, di encamê de bi dehan welatiyên sivîl şehîd û birîndar ketin, her wiha bi dehê hezaran malbat koçberbûn.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل