Şano ji bo zarokan li ser kavilên malan bi riya şanoyeke gerok ve têne pêşkêş kirin

فريق التحرير16 أبريل 2019آخر تحديث :
Hindek zarokên bajarê Seraqbê li deşta rojhilatê Idlibê li hin nimayşên şanogerî temaşe dikin – kamîra: Alaa Fitrawiî- horyya press©

Alaa Fattrawi – Idlib – Horrya Press:

Şanoger ”Welîd Ebû Reşîd” projeyek li ser şanoya gerok (şano mobile) bi navê navê ”şanogeriya germ ”, li bajarê Seraqbê pêşkêş kir û têde çend şano ji bo zarokan li ser kavilên malên wêrankirî pêşkêş kir, bi armanca keyf û xweşiyê bêxe di dilê zarokan de.

”Welîd Ebû Reşîd”, xudanê şanoya mobile di axaftina xwe de ji bo ajansa Horrya Press, bal kişand li ser ku ”hizra şanoya gerok, li yekem rade hatiye bi armanca peydakirina girnijînê li ser lêvên zarokan, û wan dûr bikin ji dîmenên mirin û topbarana berdewam, û tevî pêşkêşkirina tabloyên perwerdehî bi riya bûkên pupet”.

Ebû Reşîd got: ”nimayîşên me kartêkerênm têde em cilên aktorên karton yanjî giyanewerên daristanê, ligel şanoya bûkên pupet, ku bûk çîrokên ken û komîk ji zarokan re dibêjin”.

Hunermendê şanoger, diyar kir ku ” alavên pir hêsan in û ji depê şanoya mobile pêk tê ku bi hêsanî tê veguhestin û rakirin, da ku ez şanoyên pupet ji zarokan re pêşkêş bikin, û niha ez şanoyê ji taxa xwe dibim taxên nêzîk ji bo pêşkêşkirina tabloyan ji zarokan re hevdem ligel bombebarana rejîma ya li ser deverê dibe”.

“Abu Raşid” got: ” Ez mehfûran li ser erdê ji zarokan re dirayêxim ji bo li ser rûnin û li şanoyê temaşe bikin, û ez bûka ji dikanên “balên Ewropî” dikirim, û tiyatro min li rex dartaşekî dezayîn kir bi hevkariya dostekî min yê wênegir ku bi riya dartaş kesayetî tê dezayinkirin û paşî bi rengan dixemlînim”.

Berdewamkir “me şanoyekî aşob pêşkêşkir li vekirina navenda çanda Erebî li bajarê Idlibê, tevî gelek şanoyên din di gundewarê Hamayê û dibistana zarokan li Idlibê”.

“Abû Raşid” peyva xwe bi dawî anî, û got “ez berdewamim di vî warî de, ev warê ez têda serederiya işq û bihinbûnê li vê jiyana ne xweş, çi gunehê zarokan ji vê dorhêla li têde neçar dijîn nîne, ezê hewlidanê bikim ta ez girnijînê li ser rûyê wan her dem çêbikim”.

Ji aliyê xwe ve, zarokê bi navê “Mohammad” ji bajarê Seraqibê diyar kir, ku “ez hewldanê dikim ku ez erkên xwe yên dibistanê zû temam bikim, û li ber dergehê taxê bi zarokên din re bi hivîya şanoya gerok rawestim ta şano li min neçe, ji ber temaşyî çîrokên nû û xweş bikim”.

Komek ji zarokan temaşyî yek ji şanoyan li bajarê Seraqibê li gundewarê Idliba rojhilat- lens: Alaa fattrawi- horrya press©
Dabeşkirina dîyarîyan li ser zarokan piştî yek ji şanoyan bi dawî hat – lens: Alaa fattrawi- horrya press©
التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل