Tehrîr El-Şam” kuştina efsereke Iranî li gundewarê Laziqîyê ragihandin”

فريق التحرير4 مارس 2019آخر تحديث :
Endam ji hêzên “El-Asaib El-hemraa” ya girêdayî bi Tahrîr El-şam ve – Ibaa

Horrya press – Idlib:

“desteya Tahrîr El-Şam” li ,roja duşemê, kuştina efsereke Iranî bi êrîşekî li ser deverên rêjîmê li Çiyayê Tirkaman bakur Laziqîyê ragihandin.

Ajansa “Ibaa” ya girêdayî bi Tahrîr El-şam ve diyarkir, ku bi egera Operasyonê efsereke Iranî û çar endamên ji hêzên Esed li devera Çiyayê tirkman li gundewarê Laziqîyê hatin kuştin, û nîşan da ku “du endamên Tahrîr El-Şam di Oparasyonê de hatin kuştin”.

Çavkaniyên medyayê yên nêzîkî Tahrîr El-Şam diyar kirin ku êrîş bi rêya komên “El-Asaib El-hemraa” yan jî “Brîtanên Sor” ve hatiye encamdan, ya ku wekî hêzên tayebt yên di nav desteyê de ne, û ev oprasyon ji aliyê wan ve pêk tê.

Operasyona “Tahrîr El-Şam” piştî rojekê ji êrîşa ku “Ansar al-Tawhîd” xwe kirin berpirs li ser eniya El-Msasina bakurê Hamayê hat, di encam de zêdetir ji 40 endamên hêzên Esed hatin kuştin, wek bersivekî li ser êrîşkirina Berdewam li ser deverên “nizimbûna şer” li başûrê rêzgarkirî.

Ev tişt tê, piştî ku dehên welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndarbûn bi egera zêdebûna top û mûşekên erd û esmanî ji aliyê rêjîmê ve li ser herêmên “çek jêbirî” li Hama û Idlibê.

Bajar û bajarokên gendewarê Hama û Idlibê rastî êrîşên giran li ser destê hêzên rêjîma Esed û milîsên piştavanên wê tê, ya ku bû sedema kuştina dehan ji sivîlan, li gel koçberbûna nêzî 13 hezar malbatên li cihên armanckirî, tevî belavbûna xulên kontrolê yên Tirk li herêmê, li gorî tîma, “hevrêzên hewarhatina Sûriyeyê.”

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل